li Filpînê bihayê kîlogrameka Pîvazan ji kîlogrameka guşitî girantire

بەلاڤ بکە

Gav

jiber kêmbûna berhemê navxo û nebûna pilana hikumetê bo pirkirina xwasta navxo ji berhemê derve, bihayê kîlogrameka Pîvazan li Filpînê ٪50 ji bihayê kîlogrameka guşitî girantire.

wezareta çandinê ya Filpînê ragehand ku ta heyiva Adara evsale pêdiviye 22 hizar tenên Pîvazan ji derve bînin daku xwasta navxo pr biken û bihayê bazarî kêm bibît.

Pîvaz êk ji xwarinên serekî ye li welatên başorê rojhelatê Asiya û rojane dihête xwarin.

Evro roja sêşembî bihayê kîlogrameka Pîvazên sipî û sur li Filpînê gehişitiye 10.8 Dolaran, ev bihaye ٪50 ji bihayê kîlogrameka guşitî girantire û sê caran jî ji bihayê kîlogrameka mirîşkê pitire.

Perlemantarên Filpînê Fêrdînand Markos, serokê wî welatî û hevdem wezîrê çandinê bi egerê bilindbûna bihayî di bînin ji berku çi pilan bo pirkirina xwasta navxo nebuwîne.

More About

Related